AhlulBayt News Agency

source : Leader.ir
Thursday

24 December 2015

1:39:36 PM
726695

Full Text;

Second Message of Ayatollah Khamenei to the Western Youth in Kurdish (kurmanji)

Second Message of Ayatollah Khamenei to the Western Youth in Kurdish (kurmanji).

Bi navê Xwedayê dilovan û dilovîn

Ji bo gişk ciwanên li welatên rojavayî

Bûyerên têrorîstî yên kor ku li Fransayê qewimîn careka din ez ber bi axavtina tev we ciwanan herikandim. Ji bo min ciyê heyf û mixabiniyê ye ku bûyerên bi vî rengî bibin sedema axavtinê, lê rastî eva ye ku heke meseleyên bielem zemîneyekê ji bo fikirîna li bara çareyê û warêkî ji bo hevfikriyê pêk neynin, ziyan û xisar yê duqatî bibe. Êş û kesera her insanekî li her dereke cîhanê di zatê xwe da ji bo hevcins û hevşiklan sedema xem û keserê ye. Dîmena zaroka ku li ber çavên kesên xwe can dide, diya ku şaiya malbata wê dibe şîn û tazî, mêrê ku cesedê bê rih ê jina xwe bilez ber bi alîkî va dibe û an temaşevanek ku nizane heta bîstek din yê perdeya herî dawiyê ya şanoya jiyana xwe bibîne, evana dîmenên wisa nînin ku hest û hundurê mêriv neherikînin, her kesê ku dilovanî û insaniyet fem kiribe, ji dîtina van dîmenan xemgîn dibe, çi li Fransayê biqewimin çi li Filistîn, Iraq, Libnan û Sûriyê. Bê şik milyardek û nîv misilman jî hesta vê yekê dikin û ji sebebkar û pêkînerên van karesatana bêzar in. Lê mesele eva ye ku heke êşên roja îro nebin bingeha avakirina pêşerojeke çêtir û ewlehtir, tinê yê bibin bîreweriyên tal û pûç. Ez bi awayekî vebirr dizanim ku tenê hûn ciwan dikarin pê wergirtina ders û ibretê ji alozî û bêserûberiyên roja îro, riyên nû ji bo avakirina pêşerojê peyda bikin û pêşiya wan riyên xalifî û şaş bigirin ku rojavaya cîhanê kişandine cî, rewş û mewqiya niha.

Rast e ku roja îro têrorîsm derdê hevpar ê me û we ye, lê pêwîst e ku hûn bizanin ku bêewlehîtî û tirsa ku we li bûyerên vê dawiyê dît û kişand, bi êş û kedera ku gelê Iraq, Yemen, Sûriye û Efxanistanê bi salan kişandine û tamul kirine ra du ferqên sereke hene: Ya yekem eva ye ku cîhana islamê bi awayekî berfiretir û gellekî demdirêjtir bûye goriyê tirsandin û şîdetê û ya duyem eva ye ku mixabin hertim hin qawetên mezin bi şêwazên curbicur û bi awayekî kêrhatî piştgirî dane van şîdet û tundiyana. Roja îro kêm kêm kes hene ku haya wan ji rola Amerîkayê li pêkanîn an bihêzkirin û çekdarkirina El-Qaide, Taliban û dûvika wan a şûm (DAIŞ) tinebe. Li rex vê piştgiriya rasterast, piştgirên aşkira û naskirî yên têrorîsma tekfîrî tevî hebûna pergalên siyasî yên herî paşvero, hertim li rêza hevgirtiyên welatên rojavayî cî girtine û eva li halekî ye ku hizr û ramanên herî pêşketî û rewşen ên hasila sîstemên gelanî yên geş li navçeyê hatine serkutkirinê. Durûtiya welatên rojavayî li hemberî tevgera hişyariya li cîhana islamê mînaka eyan a lihevnehatin û durûtiya li siyasetên welatên rojavayî ye.

Nimûne û rûyek din a vê durûtiyê li warê piştgiriya ji têrorîsma dewletî ya Israîlê xûya dike. Gelê sitemdîtî û zilimdîtî yê Filistînê zêde ji 60 salan e ku li ber têrorîsma herî pîs û giran e. Heke gelê Ewropayê niha çend rojan di malên xwe da disitirin û ji malên xwe dernakevin nav kom û navendên qerebalix, her malbateke filistînî bi dehan sal e ku heta di nav mala xwe da ji kuştin û kavilkariya Rêjîma Siyonîst parastî nîne. Roja îro mirov dikare kîjan şidetê ji hêla dilreqiyê va bi çêkirina bajarokan ji bo siyonîstan ra bide ber hev? Ev rêjîma bêyî ku carekê bi awayekî ciddî û kêrhatî ji aliyê hevgirtiyên bibandor ên xwe an herîkêm saziyên di rû da serbixwe yên navnetewî va were lomekirin, her roj malên filistîniyan wêran dike û bax û zeviyên wan têk dibe, bêyî ku heta mecala veguhestina kel û melên jiyanê an komkirina hasila cotkariyê bide wan û ev karana hemî li ber çavên tirsiyayî û rondikbar ên wan jin û zarokan diqewimin ku bi çavên xwe dibînin ku çawan li endamên malbata wan dixin û carina wan dibin şikencegehên bixof. Gelo hûn li cîhana roja îro dilreqiyeke din a bi vê berfiretî û berdewamiyê nas dikin? Kuştina jinekê li nîveka kolanê tenê bi sûcê nerazîbûna li hemberî leşkerê teyar heke têrorîsm nîne, vêca çi ye? Ev berberiyet û hovîtiya ji ber ku ji aliyê leşkerekî dewleteke dagirker va pêk tê, gelo nabe fanatîsm were binavkirin? An renge ev dîmen ji ber ku 60 sal in bi awayekî berdewam li têlêvîzyonan belav dibin, êdî nabe wîjdanê me biherikînin?

Êriş û şandina serbaz û leşkeran di van salên dawiyê da ser welatên misilman ku bûne sedema gorîbûna gellek kesan, mînakek din ji mentiqa durû û lihevnehatî ya welatên rojavayî ne. Welatên ku ketine ber êrişê, bilî ziyanên insanî, jêrxanên aborî û pêşeyî yên wan ji nav çûne û geşbûn û pêşketina wan an sist bûye an hatiye sekinandinê û carina jî bi dehan salî paş da zivirîne. Tevî vê yekê bi çavsoriyê ji wan tê xwestin ku xwe sitemdîtî nezanin. Gelo çawan mirov dikare welatekî xopan û wêran bike, gund û bajarê wî kavil bike, paşê gelê wî ra bêje ku ji kerema xwe nebêjin em sitemdîtî ne! Dewsa viya ku bila ew karesatan fem nekin û an wan ji bîr bikin, gelo lêborînxwastina bi dil û can çêtir nîne? Êş û kesera ku cîhana islamê di van salan da ji ber durûtiya êrişkiran kişandiye, ji ziyanên madî kêmtir nîne.

Ciwanên hêja, ez hêvîdar im ku hûn niha an di pêşerojê da vê zêhniyeta bi durûtî û tezahurê levitî, biguherînin, zêhniyeta ku hunera wê veşartina armancên dûr û xemilandina xerezên rezîl e. Li gorî nêrîna min qonaxa yekem li warê pêkanîna ewlehî û aramiyê, guhertina vê hizra şîdetîner e. Heta dema ku pîvanên durû li siyaseta welatên rojavayî serdest bin û heta dema ku têrorîsm li gorî nêrîna piştgirên xwe yên bihêz ser têrorîsma baş û pîs bê parvekirinê û heta dema ku berjewendiyên dewletan seratir ji nirxên insanî û exlaqî bên zanînê, nabe ku mirov li dereke din bi dû rih û kokên şîdetê bigere.

Mixabin rîşe û kokên hanê mideha salên dûr û dirêj da bere bere li kûratiya siyasetên çandî yên welatên rojavayî da jî cî girtine û bûne sedema pêkhatina êrişeke nerm û aram. Gellek welatên cîhanê bi çanda xwe ya xwecî û netewî şanaziyê dikin, çandên ku hevgavê geşatî û pêşketina xwe, bi sedan salî civakên insanî jiyandine û ragirtine. Cîhana islamê jî ji vê yekê dûr nebûye. Lê di serdema hevçerx da, cîhana rojavayî pê sûdwergirtina ji alavên pêşketî, li ser şibandin û wekhevkirina çandî (ango globalîzmê) ya cîhanê israrê dike. Ez sepandina çanda welatên rojavayî ser miletên din û biçûkhesibandina çandên serbixwe, şîdetek vemirî û zef bixisar dizanim. Heqaret û biçûkzanîna çandên dewlemend û bêhurmetiya li beşên herî girîng ên wan li halekî pêk tê ku çanda dewsgir anku alternatîv bi tu awayî xwediyê potansiyêla dewsgiriyê nîne. Wek mînak, du hêmanên ``devûjenî`` û ``beredayîbûna exlaqî`` ku mixabin bûne hêmanên sereke yên çanda rojavayî, hebandin û mewqiya wê heta li warê pêkhatina wê jî kêm kirine. Niha pirsyar eva ye ku gelo heke em çandeke şîdetxwaz, beredayî ku ji wateyê direve nexwazin, em gunehkar in? Heke me pêşiya lêhiya wêrankir a bi şiklê berhemên curbicur ên qaşo hunerî ber bi ciwanên me va tê bigirin, em sucker in? Ez giringî û nirxa têkiliyên çandî inkar nakim. Ev têkilî her dema ku di rewşa asayî û bi rêzgirtina li civaka wergir pêk hatine, pêşketin, geşatî û dewlmendî bi xwe re anine. Li hemberî viya, têkiliyên newekhev û sepandî serneketî û bixisar bûne. Heyf û mixabin divê bêjim ku komên rezîl ên wekî DAIŞ`ê hasila têkiliyên serneketî yên bi çandên biyanî ra ne. Heke ev pirsgirêka bi rastî hasila hizr û baweriyê ba, diviya berî sedema koloniyalîsmê jî ev diyarde li cîhana islamê hebana, li halekî ku dîrok berovajiya wê nîşan dide. Belgeyên dîrokî bi zelalî nîşan didin ku çawan têkiliya koloniyalîsmê bi hizr û rameneke tund û dûrxistî ra ew jî di nav dilê qebîleyeke seretayî da, tovê tundrêtiyê li vê navçeyê çand. Neku çawan mimkin e ku li nav yek ji mektebên dînî yên herî biexlaq û insanî yên cîhanê ku di esasa xw da istandina canê insanekî wek kuştina tevayê mirovantiyê dizane, zibilek wek DAIŞ`ê derkeve holê?

Ji aliyê din va divê mirov bipirse ku gelo çima kesên ku li Ewropayê hatine dinê û hema li wir li warên fikr, rih û derûnê va perwerde bûne jî, ber bi van koman va diçin û tevlî wan dibin? Gelo mirov dikare bawer bike ku insanek bi carekê yan du caran serdana deverên cengê, nişkêva ewqasî tundrê be ku hevwelatiyên xwe bikuje? Bê şik nabe ku mirov bandora temenek sûdwergirtina çandî ya nebaş li civak û hawridoreke rezîl û gemarî û pêkînerê şîdetê ji bîr bike. Divê mêriv analîzeke tam di vî warî da hebe, analîza ku qirêjiyên eyan û nihênî yên civakê raxe ber çavan. Renge nefret û bêzariya ku mideha salên geşatiya pêşeyî û aboriyê di encama cihêrengî û neberanberiyan û renge cihêkariyên qanûnî û yên ser bingeha nijyarê da, di nav civakên rojavayî da hatiye çandinê, bûye sedema kîn û hisretan ku carina wek nexweşiyê bi vî awayî serê xwe vedikin û xwe nîşan didin.

Bi her awayî hûn ciwan divê qatên rûvekî yên civaka xwe biqelişînin, girê û kîneyan peyda bikin û ji nav bibin. Derz û qelîştekan divê dewsa kûrkirinê tijî bikin. Şaşitiya mezin li warê têkoşîna li hemberî têrorîsmê bertekên lezok in ku valatî û qelişînan berfire û zêde dikin. Her hereketa ji ber kelecan û lezokiyê ku civaka misilmanên nişteciyê Ewropa û Amerîkayê ku ji bi milyonan insanên çalak û wergirê berpirsiyê pêk hatiye, bixe ber tenêmayîn û tirs û dilkutanê û wan ji berê zêdetir ji mafên sereke bêpar bike û ji qada civakê dûr bixe, ne tenê pirsgirêkê çareser nake belkî yê dûratî û cidatiyê kûr û kîn û kudûretan jî berfire û kûr bike. Tivdîrên rûvekî û şaşûpaşo taybetî jî heke bibin qanûn, bilî zêdekirina cemseriyên heyî û vekirina rê li ber qeyranên pêşerojê, tu hasila wan tune. Li gorî nûçeyan li hin welatên ewropî qanûnên wisan hatine pesendkirin ku welatiyan neçarî sîxoriya dijî misilmanan dikin. Ev kiryar zalimane ne û em gişk dizanin ku zilim bixwazî û nexwazî xwediyê taybetmendiya vegerînê ye (dikare bizvire). Her wiha misilman hêjayî van reftarana nînin. Rojavayî bi sedan sal e ku misilmanan baş nas dikin, çi di dema ku rojavayî li ax û warê misilmanan mêvan bûn û çev berdan heyîtiya mazûvanê xwe û çi dema ku bi xwe mazûvan bûn û ji kar û fikrê misilmanan behre wergirtin, pirranî dilovanî û bihedarbûn dîtin. Loma ez ji we ciwanan dixwazim ku ser bingeha naskirineke rast û bi kûrbîniyê û sûdwergirtina ji tecrubeyên tel, xîmên danûstandin û têkiliyeke rast û birûmet bi cîhana islamê ra daynin. Di rewşeke wiha da, di pêşerojeke ne ewqasî dûr da, hûn ê bibînin avahiya ku we ser bingeheke wiha ava kiriye, siya bawerpêkirin û xatircemiyê davêje ser serê avakirên xwe, germahiya ewlehî û aramiyê wek xelat dide wan û nûr û şewqa pêşerojeka zelal dide rûyê cîhanê.



Seyd Elî Xaminêyî

29 Mijdara 2015`an